“61 zarok bi çeken hêzên ewlehiya Tirkiyê hatine kuştin”

Li gor rapora IHDê, di sala borî de 61 zarok bi çekên hêzên ewlehiya Tirkiyê canê xwe ji dest dane û 55 zarok jî birîndar bûne.

K24 - Diyarbekir

Rêxistina Mafên Mirovan ÎHDê rapora 2015an a binpêkirinên mafên zarokan eşkere kir. Li gor raporê, di sala borî de 61 zarok bi çekên hêzên ewlehiya Tirkiyê canê xwe ji dest dane û 55 zarok jî birîndar bûne.  Herwiha ÎHDê ragihand ku 400 zarok hatine desteserkirin û ji wan 66 zarok hatine girtin.

Berpirsê Komîsyona Mafê Zarokan Mahsum Kaya, îro li avahiya komeleyê di civîneke çapemeniyê de daneyên binpêkirinên mafên zarokan eşkere kir. Kaya, ragihand ku,  di heyama dawê de binpêkirinên mafên mirovan gelek zêde bûne û ji ber rewşa aloz ya li Bakurê Kurdistanê zarok ji mafên xwe yên perwerde, saxlemî û kulturî bêpar mane.

Di raporê de behsa Cemîle Cagirga ya 13 salî ku cenazeyê wê li Cizîrê bi rojan li mala wê di sarincê de hatibû hiştin jî hat kirin.  Ji hêla din ve hat gotin ku şert û mercên girtîgehên zarokan jî xirab in.

Li gorî daneyên raporê, di sala 2015an de 19 zarokan ji ber sedemên cûrbecûr xwe kuştine, 7 zarok jî di tûndiya di nava hûndirê malê de canê xwe ji dest dane.