Şandeyeke CHPê serdana Diyarbekirê kir

Şandeyeka Partiya Gel ya Komarê (CHP) serdana bajarê Diyarbekirê kirin û ragihand ku, ew wek CHP dixwazin yekser şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê rawestin.

K24 - Diyarbekir

Şandeyeka Partiya Gel ya Komarê (CHP) serdana bajarê Diyarbekirê kirin û ragihand ku, ew wek CHP dixwazin yekser şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê rawestin.

Li ser daxwaza Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokwekîlê Koma CHPê Levent Gok ligel hejmarek parlamenter ji Enqerê hatin Diyarbekirê û serdana partî, saziyên sivîl û xelkê kirin. Şande CHPê serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Firat Anli jî kir.

Şanda CHPê ragihand ku ew dixwazin li şûna şer û pevçûnan li Bakurê Kurdistanê aştî û aramî hebe û ew jî ji bo vê yekê hewl didin. Firat Anli jî got; “Ev 70 roj in ku li navçeya Sûrê qedexe berdwam dike û di 6 mehan de 300 hezar kes koçber bûne. Em jî piştgiriya hewldanên çareseriyê dikin.”