Li Cizîrê karesatek din: 25 kes mirin

Hevseroka HDPê ya berê jî ligel 50 kesî di jêrzemînê de asê maye.

K24- Navenda Nûçeyan

Li Cizîra Bakurê Kurdistanê, di jêrzemîneke din de “20-25” kesan ji ber şewatê canê xwe ji dest dan.

Ajansa DIHAyê belav kir ku, li taxa Sûrê ya Cizîra Şirnexê, li nêzî “Kerem Otelê” di jêrzemîna avahiyekê de 50 kes asê mane, Hevseroka HDPê ya Mîlasê ya berê Derya Koç jî di vê jêrzemînê de asê maye.

Derya Koç diyar kir ku, ew di bin topbaranê de mane û rewşa wan gelek dijwar e.

Di nûçeyê de hatiye ku, Koç bi rêya telefonê ligel bavê xwe axifiye û agahî wiha dane: “Niha li vir 20-25 hevalên me yên asêmayî bi şewitandinê hatin kuştin.”

Roja, Duşem borî, Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji Cizîrê agahî dabûn û gotibû: “Li avahiyekê, nêzî 30 kes bi awayekî şewitî hatin dîtin û di laşê wan de şopa guleyan jî nebû.