Barzanî biryara encamdana çaksaziyê di nava PDKê de da

Dê komîteyeke lêkolîn û pêdeçûnê ji aliyê Serokê PDKê ve were pêkanîn.

K24- Hewlêr

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mesûd Barzanî biryara encamdana “çakszaiya bingehîn” di nava partiyê de derkir.

Barzanî di biryarnameya xwe de diyar kiriye ku, wek çawa PDKê ji berê de pêşeng û destpêşxer bû, di dema niha de jî “ji bo bidestxistin û bihêzkirina dadperwerî û zelalî û çaksaziyê li Kurdistanê” divê PDKê pêşeng be û ji nav mala xwe dest bi “çakszaiya bingehîn” bike.

Ji bo mebesta encamdana “çakszaiya bingehîn” di nava PDKê de, dê Barzanî komîteyeke lêkolîn û pêdeçûnê pêk bîne, dawiyê jî dê ew komîte derencamên lêkolînan di raporekê de pêşkeşî serokê PDKê bike.

Li gor biryarnameya ku kopiyek jê gehiştiye dest K24ê, dê encamdana “çakszaiya bingehîn” di nava PDKê de li ser bingeh van xalên xwarê be:

Pêdeçûn bi milk û saman berpirsên PDKê û kesên biser ve, yan ew ên ku di bin siya PDKê de kar dikin, herwiha her rêxistin û dezgeheke PDKê ku bi awayekî ne rewa û bi rêya bikaranîna posta partiyê, milk û saman bidest xistine û vegerandina wan milk û samanan bo aliyên pêwendîdar.

Pêdeçûn bi hemû kompaniye û saziyên bazirganî yên ser bi rêxistinên PDKê yan ser bi berpirsên wê ve yan kesên ku di bin siya PDKê de karê xwe dikin, ew jî ji bo diyarkirina samana kompaniyeyan û dahata wan û çawaniya birêvebirina wan û vegerandina hemû dahata wan  kompaniyeyan jî bo PDKê.

Pêdeçûn bi hemûn zevî û milkên hikûmetê ku bi awayê “girêbestên çandiniyê” yan “girêbestên musateheyê” yan “werberhênan” yan “milk” yan bi her awayekî din ku ji aliyê berpirs yan kesên ser bi PDKê ve hatiye wegirtin, ew jî ji bo wergirtina rêjeyekê ji sûda wan kesan û vegerandina wê bo PDKê.

Beşek ji saman û darayiyê dê ji bo PDKê bê vegerandin, dê li gor mîkanîzma guncaw bo berjewendiya malbatên şehîdan û enfalkiriya û Pêşmergeyan were bikaranîn.

Pêdeçûn bi dezgehên weberhênanê yên PDKê û rêxistina perepêdana dezgehan û dahata û semyanan bi awayekî guncaw, ew jî bi mebesta birêvebirina semyana PDKê li ser bingeheke zelal û guncaw bo xizmeta gel û niştiman.

Pêwîst e rêjeyek ji sûda wan kompaniye û kesên ku di bin siya PDKê de jî bi awayekî yasayî karê xwe kirine û serkeftine, bo partiyê were terxankirin û ji bo zêdekirina dahata partiyê, mîkanîzmek were diyarkirin ku bi awayekî profesyonal û zelal danûstanê ligel wan aliyan bike.

Pêkanîna saziyeke darayî bo wergirtin û birêvebirina wan milk û darayiyan li ser bingeha xalên wê biryarê bo PDKê vedigerin.