BarzanÎ ber bi Elmanya birêkevt.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji bo 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê berî demekê bi rêya firokexaneya Hewlêrê ber bi Elmanîa bi rêkevt.

K24- Navneda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji bo 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê berî demekê bi rêya firokexaneya Hewlêrê ber bi Elmanîa bi rêkevt.

Barzanî bi serokatiya şandeyeke payebilind beşdarî 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê (München - 52. Sicherheitskonferenz) dike.

Konferansa Munchenê wê roja 12ê vê mehê dest pê bike û roja 14ê mehê bidawî bihê. Herwiha dê çendîn rayedar û serokên welatan têde beşdar bin, tevî wezîrên derve û yên berevaniyê.

Piştî şerê DAIŞê û rola Hêzên Pêşmerge di jinavbirina wê rêxistina radîkal de û serkeftinên ku bidest xistine, Herêma Kurdistanê di Konferansa Munchenê de bû xwedan cih û pêgehek taybet. 

Di konferansa sala borî de jî, Barzanî ligel şandeyeke payebilind beşdar bibû.

Ji Buhara sala 1963an ve li München a Almanyayê Konferansa Ewlehiyê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.