Tirkiye dawî li operesyonên leşkerî li Cizîrê tîne

Tirkiye dawî li opersyonên leşkerî li navçeya Cezîrê tîne. Qedexeya çûnûhatinê her berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye dawî li opersyonên leşkerî li navçeya Cezîrê tîne. Qedexeya çûnûhatinê her berdewam e.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Erkan Ala, îro ragehand ku, îro nîvro wan dawî li operesyonên leşkerî li navçeya Cizîrê aniye. Lê amaje bi wê yekê jî kir, ku qedexeya çûnûhatinê her berdewam e.

Zêdetirî ji 2 mehan de, opersyonên leşkerî û ewlekariyê yên Artêşa Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê berdewam in, ji ber wê jî bi sedan kes bûne qurbanî.

Piştî hilbijartina Parlementoya Tikiyê di 7 Hezêrana 2015an de, dawî li agirbesta di navbera Tirkiye û PKKê de hat, şer û pevçûn li Bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Di encama wê operesyona leşkerî, bi taybet li Diyarbekir û Cizîrê, bi sedan kes bûn qurbanî û bi hezaran kes malên xwe bicih hêştin.