120 hezar zarokên Kurd ji mafê perwerdê bêpar in
Parlamenterê HDPê Ahmet Yildirim ji Kurdistan24ê re got ku li 104 dibistanên Cizîrê 2 meh û nîv e perwerde nîn e û hejmara xwendekarên ku ji perwerdê bêpar in 120 hezar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di gotûbêjkirinên li ser Bûdçeya Perwerdê de, zarokên Kurd ên ji ber operasyonên li Bakurê Kurdistanê, ji perwerdê bêpar mane û dibistanên rastî êrîşan tên, bûn cihê niqaşan. Hate ragihandin ku 120 hezar zarokên Kurd ji mafên xwe yên perwerdê bêpar mane.
Gotûbêjên li ser Plan û bûdçeya 2016an a Tirkiyê berdewam in. Di destpêkê de, parlamenterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan diyar kir ku wan pêşniyar pirs dane wezîran lê bersiva wan nehatine dayîn û eger kêşe neyên çareserkirin ew dê çalakiyan bikin.
Piştre Wezîrê Perwerdê Nabî Avci destnîşan kir ku li herêmê 400 dibistan ketine ber êrîşan: “Ji ber êrîşan ji bûdçeya Wezareta me nêzîka 100 milyon lîre hatiye veqetandin ku ew dibistan ji n ûve werin sazkirin û amûrên wan bên temam kirin.”
Piştî vê daxuyaniya Avci niqaşên li ser bûdçeyê gurtir bûn. Endamên Komisyonê yên partiyênopozîsyonê bal kişandin ser wê yekê ku wezaret xwe wekî serkeftî nîşan dide lê belê tiştekî wiha nîn e.
Piştre endamên Komisyonê û Avci dev avêtin hev. Herwiha Parlamenterê HDPê û Endamê Komisyonê Ahmet Yildirim, di daxuyaniya xwe ya bo Kurdistan24ê de wiha rexne li wezîr girt: “Li 104 dibistanên Cizîrê ev 2 meh û nîv e perwerde nîn e. Hejmara wan xwendekarên ku ji perwerdê bêpar in 120 hezar e. Mixabin agirê çekan, nav û bêhna mirinê jî gelekî giran e û me hemûyan dişewitîn e.”
Endamên Komisyonê yên opozîsyonê li dijî gotinên Avci ên wek “Hemû kêmasiyên perwerdê yên ji ber navderdayina perwerdê, hatin temamkirin” û gotin ew bername piştî 50 roj li ser qedexeyan derbas bûn ev biryar hate dayîn, ji ber vê yekê ne mimkûne ku kêmasî temam bibin. Herwiha hate destnîşankirin ew bername tenê ji bo bêhvedana somestirê ku 15 roj in hatiye sazkirin û ji sedî 90ê xwendekaran ji wê sûd wernegirtiye.