“Îran li Silêmaniyê xortan dikşîne nav Heşda Şeibî”

Li gor raporeke rojnamevanî, heta niha Pasdarên Îranê navê dehan xortên Kurd nivîsiye.

K24- Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku, Pasdarên Îranê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, xortan bi pereyan tevlî Heşda Şeibî dike.

Li gor raporeke rojnameya Şeriq Ewset a Erebî, li bajar û bajarokên parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, Pasdarên Îranê, Heşda Şeibî ava dike.

Di raporê de hatiye ku, Pasdarên Îranê xotrên Kurd dibe nav Heşdar Şeibî û mehane jî 500 hezar dînarî dide wan.

Herwiha hatiye diyarkirin ku, li sînorê Qeladizê heta niha 50 xortî navê xwe nivîsî ye ji bo ku tevlî Heşda Şeibî bibin.

Biryar e jî bo wergirtina perwerdeya leşkerî, bo sînorê parêzgeha Kerkûkê werin veguhestin.

Li gor rojnameyê “ev bêhitr ji salekê ye ku Îran kar li ser avakirina grûpek çekdar a serbixwe li Herêma Kurdistanê dike, heta niha jî bi dehan xortên Xaneqînê tevlî Heşda Şeibî kirine.”

Heşda Şeibî grûpeke çekdarî ya Şîeyên Iraqê ye, çendîn car jî alozî di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de derketiye.