Barzanî û Ebadî li Munchenê civiyan

Di hevdîtinê de çendîn mijarên girîng ên di rojevê de hatin gotûbêjkirin.

K24- Munchen

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî li Munchinê civiyan.

Peyamnêrê K24 li Munchenê diyar kir ku, di çarçoveya beşdarbûna di 52emîn Kongreya Ewlehiyê ya Munchenê de, Barzanî û Ebadî lihev civiyan.

Di wê hevdîtinê de, pirsa şerê li dijî DAIŞê, krîza aborî û darayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û proseya çaverêkirî ya azadkirina Mûsilê hatiye gotûbêj kirin.

Biryar e sibe, duyemîn roja kongreya Munchenê bo Asayişa Cîhanê, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî panelekê encam bide.

Di wê kongreyê de, 23 serok û 50 wezîrên welatan beşdar dibin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji beşdarên wê kongreyê ye.

Pirsa rûbirûbûna DAIŞê, terorê û krîza penaberan û nakokiyên di navbera welatan ji girîngtirîn mijarên kongreya Munchenê ne.