Yuksekdag: Waliyê Şirnexê ji wêneyên tazî berpirsyar e

Wêneyên jinên ku di şerê li Cizîrê de hatine kuştin karvedanek zêde li pey xwe anî.

K24- Enqere

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag piştî rawestadina operasyonên li Cizîrê, li ser jinên ku hatine kuştin û wêneyên wan yê tazî di medya civakî de hatine weşandin daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Îro Koma Jinan li Enqerê li Navenda Giştî ya HDPê li hev civiyan. Daxuyaniya ku li ser navê Koma Jinan ji aliyê Yuksekdag ve hate dayîn, li ser mijara şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê hate rawestandin û herwiha li hemberî wêneyên tazî yên jinan ku di medyaya civakî de hatine weşandin helwesteke tund hate nîşandayîn.

Yukesekdag wiha axivî: “Daxuyaniya Waliyê Şirnexê ya derbarê van wêneyan de ku ne li Cizîrê hatine kişandin daxunaiyeke ji rastiyê dûr e. Li gorî agahiyên parlamenterên me Faysal Sariyildiz û Leyla Bîrlîk û herwiha çavkaniyên me yên herêmî ku dane me ev wêneyên tazî yên jinan li Cizirê hatine kişandin. Her wiha teşîrkirina bedena van jinên ku hatine kuştin jî bi fermana Waliyê Şernexê ku ew kes jî yek ji endamê karmendê şerê taybet e, hatiye dayîn. Hikûmata AKPê û ev walî niha sucdarin û dê li hemberî dîrokê bêne darizandin. Wezareta Navxweyî ragihandiye ku operasyonên li Cizîrê rawestiyane; lê tiştekî bi vî awayî nîn e û şer her berdewam e.”