HDP: Serokê Parlamentoya Tirkiyê “alîgiriyê” dike

Pêşnyarên ku HDPê pêşkeş dike, bi awayekî neyasayî ligel wan tê tevgerandin.

K24- Enqere

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokê Parlamentoya Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar dike ku, bi awayekî bêalî tevnagere.

Alîkara Hevserokatiya HDPê Meral Daniş Beştaş, serokê parlamentoyê sûcdar kir ku bêalî tevnager e û got ku, ew ligel pêşniyazên wan dane parlamentoyê bi awayekî ne yaseyî tevnager e,
Beştaş, di civîna xwe ya çapemeniyê de got li ser pêşniyazên wan, tu agahî nayê dayîn û wiha axivî: “Pêşniyaza Faysal Sariyildiz ya derbarê Cizîrê de, pêşniyaza min ya derbarê teqîna li Enqerê û girtina Can Dûndar û Erdem Gûl şûn de hate vegerandin. Me li gorî sedema şûnvegerandinê di pêşniyazên xwe de 3 caran sererastkirin kir û şandin lê belê nehate qebûlkirin. Serokê Parlamentoyê bi vê helwesta xwe ji bêalîbûnê dûr dikeve. Em ê dev ji dayîna pêşniyazpirsan bernedin û her li pêy bersiva wan be.”