Serokê Sosyal Demokrata Almanyayê bo K24: Em hevkarê we ne
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê taybet ji K24ê re ragihand ku, dê Almanya li ser hevkariya Pêşmerge berdewam e.
K24 – Munchen
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê taybet ji K24ê re ragihand ku, dê Almanya li ser hevkariya Pêşmerge berdewam e.
Serokê Pariya Sosyal Demokrat a Almanyayê Tomas Operman ji peyamnêrê K24ê re got ku, hikûmeta Almanyayê dê berdewam be li ser hevkariya Hêzên Pêşmerge û şandina alîkariyên lojesîtkî, ji ber ku şerê DAIŞê dike.
K24, wek kenaleke Kurdistanî, di konferansa Munchenê de bi zindî rûmalakirina çalakiyên wê konferansê û şanda Herêma Kurdistanê ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dike.
Di çarçova çend mehên borî de, K24 karî romaleke Kurdînî bo kongre û hevdîtinên navdewletî wek Korbenda Davos û Danûstandinên Cenêv3 bike û bibe çavkaniyeke hewalan ji Kurdan re, bo wergirtina agahî û zanyariyan ji hemû pirs û nûçeyên girîng yên cîhanê.