Mlbata karîkterê wê wêne ya, Barzanî kire dîyarî bo Obamay, ne dizinîn ku dê weha be.
Mesûd Barzanî Serokê Herêm a Kurdistanê pişikdarî dikonfiransa asayîşê li miyonşinê kir û li gel çendîn serkirde û berpirsên bilind kombû. Di yek ji dîdarên xwe de li gel Birêt Mekgork hinartîyê taybetê serokê Emerîkayê Barak Obama kom bû û wêneya yekam serkevtina pêşmergey li hember Daişê pêşkeşî serokê Emerîkayê kir. Di wê wêneyê de pêşmergeyek alaya Daişê dihîne xwar.
K24: Hewlêr:

Serokê Herêma Kurdistanê wêneyekê serkevtina pêşmergey li hember Daişî pêşkeşî serokê Emerîkayê kir. Karikterê ku di wêney de diderkeve pêşmergeyeke binavê Cixsî Kazim. Ku piştî mehekê ji girtina evî wêney li mihwer a Rebîe şehîd bûye. Malabata şehîdî sersûrmayî man dema wêneyê kurê xweyê şehîd di destê serokê Herêmê de dîtin.
Kazim Hiso bavê Şehîd Cixsî dibêje:Ev wêneya şehîd Cixsî di yekem serkevtina pêşmergey de li hember Daişê, li meha Tebax a 2014yê li bendava Mûsilê hatîye girtin. Berî demekê serokê Herêma Kurdistanê daxwaza evê wênyê kirbû. Heya ew wêne li Elmanya nedîtin me nezanî egera daxwazkirin a ewê wêneyê ji alîyê serkê Herêmê ve bo çîye.
Şehîd cixsî ji 14 salîyê ve bûye Pêşmerge û heya roja şehîd bûy yek ji pêşmergeyên Laşkerê Gulan . Li paş xwe sê kiç û kurek hêlaye, bi navên Aramanc, Kevîn, Kelîn û Şevîn.
Befrîn Hebîb, Hevsera şehîd dibêje: Şehîd Cixsî li ber qehremanîya wî ji wî re gotine Mîlanê Kurdî.
Piştî wergirtina wê wêneyê ji alîyê Birêt Makgork nwênerê taybetîyê Barak Obama di tiwîtekê de nivîsîye: Şerefemendim ku ev wêne ji alîyê Barzanî pêşkêşî min hatye kirin ku di wê demê deye, yekem alayê Daişê ji alîyê Pêşmergey ve dihê xwarê.