Delegasyona Aştiyê bo sekinandina şer li Tirkiyê ye

Ji Zanîngeha Cambrîdgê akademîsyen Jeffrey Miley diyar kir ku van bûyerên dawî jî nişan da ku Tevgera Kurdan bi zor û tundiyê nayê sekinandin.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî bo sekinandina şerê li Bakurê Kurdistinê hat Stenbolê. Delegasyon dê bi hinek aliyên civakê re hevditînan bike. Ji Zanîngeha Cambrîdgê akademîsyen Jeffrey Miley (Cef Maynî ) diyar kir ku van bûyerên dawî jî nişan da ku Tevgera Kurdan bi zor û tundiyê nayê sekinandin.

Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî bo bi dawî kirina şer û çareseriya pirsa Kurdan hat Tirkiyê. Digel vê çarçoveyê, delagasyon bo ditîna Abdullah Ocalanê serî li Wezarata Dade da. Herwiha bo daxwaza hevdîtina Wezîrê Dade jî bi rayedarên re peywendî danî.

Ji Zanîngeha Cambrîdgê Akademîsyen Jeffrey Miley (Cef Maynî) dest nîşan kir ku li Rojhilata Navîn şer heye û şer hedî hedî derbasî Tirkiyê dibe. Eger bi Ocalan re hevdîtin pêk were û şer were bi dawî kirin ev yek wê bo aştiya herêmê jî encamek derxe holê. Herwiha divê Pirsa Kurdan, di çarçoveya maf û azadiyê de were axaftin.

Ji Zanîngeha Cambrîdgê Akademîsyen Jeffrey Mîley got: "Beriya her tiştî, li Tirkiyê pêwiste hemû kes - alî fikir û nêrinên xwe bîne ziman. Bo vê divê azadiya axaftinê, hebe. Di gel vê yekê pêwîst e Ocalan jî fikrên xwe bîne ziman.“

Aktîvîstê Mafên Mirovan û Rahîbê Dêra Katolîk Joe Ryan (Coo Rayn) tekez kir ku divê bo gotûbeja aştiyê şer bisekine, ji ber eger şer hebe mirov nikare qala aştî û mafên mirovan bike, hikûmeta Tirk, lazim e ku  nîyeta xwe ya bo pêvajoya çareseriyê jî zelal bike.

Aktîvîstê Mafên Mirovan û Rahîbê Dêra Katolîk Joe Ryan wiha axifî: "Divê bo qisekirin û aştiyê Ocalan ji girtîgehê derkeve. Ji ber çareserî li girtîgehê çênabe. Bi rastî pirsgirêk bi riya gotûbej û hevdîtinan ancex mimkun e.”

Hat ragihandin ku Delegasyon 6 hefte berê hatiye avakirin. Herwiha endamên delegasyonê, ji berê ve bi pirsa Kurdan ve eleqadar in. Delegasyon, dê bi partiyên sîyasî, nûnerên saziyên civakî, rewşenbîr û akademîsyan re jî hevdîtinan pêk bîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c617277f-a375-4990-94f0-897ceb253580/Delegasiyona.ism/manifest