Fermangeha Yasayî: Em li benda vegerana Barzanî ne ji bo duristkirina komîteyên çaksazîyê.

Heya niha komîte ti nahatine pêkhînan bo encamdana pirojeya çaksazîyê di nav PDK de ku ji alîyê Barzanî biryar li ser hatîyedan. Fermangeha Yasayîya Partîya Demukratîya Kurdistanê dibêje: Em li benda vegerana Barzanî ne ji bo duristkirina komîteyan. Tekez jî li ser wê yekê dikin; vekolîn bê cudahî li gel hemû kesan dihê encamdan,. Endamên evê Partîyê jî daxwaz dikin lez bihê kirin ji pêngavên bi cihhînana pirojeyê.

K24: Hewlêr

Fermangeha Yasayîya Partîya Demukratîya Kurdistanê diragehîne: Biryarên Mesûd Barzanî serokê PDK di yasayîne û piştî dest bikarûna komîteyan li gor yasayê, kar dihê kirn bo encamdana pirojeya çaksazîyê di nav PDKê de.

Çawes Resûl endamê Fermangeha Yasayî dibêje:  Birayra çaksazîyê li gor yasayê yek bi yek wek xwe li ser hemû alîyan dihên bicihkirin.

Endamên Partîya Demukraîya Kurdistanê, daxwazê ji serokê Partîya xwe dikin pêngavên bicihhînana pirojeya çaksazyê lezê lê bikin. Ew samanên bi rêyên neyasayî bi dest hinekan ve hatine bidin kesukarên Pêşmergeyan û hejaran.

Roja 10ê/Subatê /2015 Serokê Partîya Demukratîya Kurdistanê pirojeyeka çaksazîyê ragehnd, ew piroje jî giringîyê bi wê dide ku heykela îdarîya PDKê vekolînê ji wan kesan bikê ewên li jêr sêbera PDKê bi neyasayî dewlemndbûne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c1856be3-1f94-4f89-b5e9-9463d8d0ab35/pd%20k%20chaksazi.ism/manifest