Li Diyarbekirê teqîn birîndar hene
Li Diyarbekirê vê sibê derdora saet 09:40 deqeyan dema otomobîla leşkerî derbas dibû teqîn çêbû. Li gor zanyariyên destpêkê mirî û birîndar hene.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê vê sibê derdora saet 09:40 deqeyan dema otomobîla leşkerî derbas dibû teqîn çêbû. Li gor zanyariyên destpêkê mirî û birîndar hene.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, li ser rêya Lice-Diyarbekirê nêzîkê Baregeha Mermer a Cendermeyan, dema otomobîla leşkerî derbas dibû teqînêk çêbû. Li gor agahiyên destpêkê mirî û birîndar hene û gelek ambûlans jî bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Di şer û pevçûnên doh ên li navçeya Sûra Diyarbekirê de jî 2 serbazên Tirk canê xwe ji dest dabûn. Li gorî çavkaniyên dewletê, heta niha li Sûrê 205 çekdarên nêzîkî PKKê canê xwe ji dest dane.
Herwiha di 7 mehên dawî de li temamê Bakurê Kurdistanê nêzîkî 300 leşker û polîsan jî canê xwe ji dest dane. Ji hêla din ve, parêzgeriya Diyarbekirê hejmarek rojnameger birin Kolana Gaziyê da ku pevçûnan ji nêzîk ve ragihînin.