Davutoglu: Tirkiyê Sykes Pico yeke nû li navçeyê qebul nake
Davutoglu da zanîn kir ku, hikûmeta wî wê li himberî dabeşkirinaTirkiyê bo parçeyên piçûk bi armanca lawazbûna wî welatî raweste

K24-Nanenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu ragehand ku, welatê wî Sykes Pico yeke nû li navçeyê qebul nake, aşkere kir ku, dê li hemberî hawlên lawazbûna Tirkiyê û perçebûna deverê raweste.
Di gotarekî xwe de li pêşiya nûnerên rêxistinên sivîl li bajarê Bingolê Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu wiha got: "Enqera hawlên xwe bo nû kirina yekgirtina navçeyê dike, herwiha wê li himberî wan kesan ku hawlên xwe dikin ku, deverê mina Sykes Pico dixwazin ji navçeyên Iraq û Sûriyê piçûktir dabeş bikin."
Davutoglu da zanîn kir ku, hikûmeta wî wê li himberî dabeşkirinaTirkiyê bo parçeyên piçûk bi armanca lawazbûna wî welatî raweste.Amaje bi wê yekê jî kir ku, hemû kesên bindest li deverên derdora Tirkiyê alîkariya wî welatî dixwazin, herwiha wî welatê weke naçeyeke aram bo xwe dibînin li gor axiftinên serokwezî.
Çavdêrên Siyasî dibînin ku, Rojhelata Navîn ber bi dabeşkirin û perçebûneke nû ve diçe, metirsiya hikûmeta Tirkiyê jî ewe ku ew welat jî bo navçeyên piçûk were dabeşkirin.