Newroz li Colemerg û Rihayê jî hat qedexekirin

Li Bakurê Kurdistanê bajarên Colemerg û Rihayê pîrozbahiyên Newrozê hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarên Colemerg û Rihayê pîrozbahiyên Newrozê hate qedexekirin.

Parêzgeriya Colemergê li malpera xwe ya fermî, bi daxuyaniyeke nivîskî pîrozbahiyên newrozê ji ber şer û operasyonan qedexe kir.

Newroz herwiha li bajarê Rihayê jî hate qedexekirin. Parêzgeriya Rihayê jî ragihand ku Newroz li navenda bajêr û navçeyên wê heta 4 rojan qedexe ye. Bi tenê pîrozbahiyên fermî serbest in û welatî dikarin tevlî wan pîrozbahiyan bibin.

Li gor bernameya pîrozbahiyên Newrozê ya HDPyê biryar e ko li bajarê Rihayê 19ê Adarê, li bajarê Colemêrgê jî 21 Adarê nerwoz were pîroz kirin.

Pîrozbahî dê 22ê Adarê jî bi tenê li navçeya Cizîrê were pîroz kirin û pîrozbahî dê li wîr bidawî werin.