Noam Chomsky: Erdogan metirsiyek mezin e
Fîlozofê navdar Noam Chomsky dibêje, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan ne tenê bo welatê xwe, bo welatên din jî metirsiyek mezin e.

K24 – Navenda Nûçeyan
Fîlozofê navdar Noam Chomsky dibêje, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan ne tenê bo welatê xwe, bo welatên din jî metirsiyek mezin e.
Fîlozofê navdar Noam Chomsky, beşdarî bernameyeke Dengê Amerîkayê bû û da xuyakirin, li Tirkiyê di destpêka salên 2000'ê de di warê "Mafê mirovan û demokratîkbûnê" de gavên girîng avêtin.
Chomsky got, lê mixabin ev çend sal in ku, Erdogan bibiryar dixwaze, pêşveçûnê berovajî bike û sîstemeke otorîter û fişarê bicih bike. Chomsky got, ev yek bo Tirkiyê û gelek welatên din metersiyeke mezin e.
Fîlozof û Zimannas Noam Chomsky, bo şermezarkirina êrişên dewletê yên li bajarên bakurê Kurdistanê tevî 1128 akademîsyenan danezana bi navê "Em Nabin hevkarê vê Tawanê" îmze kiribûn.