Partiyên Li Bakurê Kurdistanê piştgiriya federasyonê li Sûriyê dikin

Li Rojhilata Navîn bi taybet di deh-panzdeh salên dawî de, guhêrînên mezin çêdibin û sazûmaniyên nû çêdibin. Bî taybet li Başûrê Kurdistanê di 2003-an de Federasyon hatibû ragihandin. Niha jî ragihandina Federasyonê li Rojavayê Kurdistanê rojevê de ye. Partiyên li Bakûrê Kurdistanê yên Kurd gelo, li ragindina Federasyonê li Rojavayê Kurdistanê çewa dinihêrin?

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7dcd5ade-b7db-4e4b-9f01-174bca4f7abd/PartiyenBakurFederasyonLiRojavayeKurddistane.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li Rojhilata Navîn bi taybet di deh-panzdeh salên dawî de, guhêrînên mezin çêdibin û sazûmaniyên nû çêdibin. Bî taybet li Başûrê Kurdistanê di 2003-an de Federasyon hatibû ragihandin. Niha jî ragihandina Federasyonê li Rojavayê Kurdistanê rojevê de ye. Partiyên li Bakûrê Kurdistanê yên Kurd gelo, li ragindina Federasyonê li Rojavayê Kurdistanê çewa dinihêrin?

Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk DBPê, Salîh Yildiz, ji K24ê re diyar kir ku, Federasyona li Sûriyeyê tenê ne ji bo sazûman kirina mafên Kurdan, ji bo ku hemû welatiyên Suriyeyê bikarin bi nirx û rastiyên xwe, xwe bipêş bixin tê daxwaz kirin. Yildiz dazanîn ku li Suriyeyê Kurd bi hesasiyet tevdigerin da ku bi pirrengî pêkvejiyana Sûriyeyê bê parastin.

Yildiz got jî: "Em dibêjin her kes li gor rastiya xwe û bihevre bijîn. Yanî dewlet, mirovan jihev dûr dixe, resmiyet dike navbera wan. Hizrên yek însan, yek milet û yek dewlet bihevre çêdibin. Lê Federasyon di neteweya demokratik de; ne yek dewlet û yek Yên din e. Dibêje hemû reng, hemî gel, hemî çand û hemî ol."

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSKê Mesûd Tek jî ragihand ku ew piştgiriyê didin her statuyeke ku mafên Kurdan tê de bê sepandin. Lê divê hizreke neteweyî ya Kurd bê danîn û Partiyên li Rojavayê Kurdistanê ji bo mafên xwe bi hevre biryaran bidin.

Herwiha Tek anî ziman: "Federalîzim bi qasî ku em dizanin,  weka li Kurdistana başûr li ser bingeha cografî, li ser bingeha netevî de tê damezrandin. Ewênku dixwazin li Kurdistana rojava  û li Sûriye îlan bikin, jixwe navê wê de jî mişqule heye, dibêjin federasyona Rojava û  Bakûrê Sûriyeyê. Gava em li nexşeya sûrîye dinerin navçeyeke wisatuneye li Suriyeyê.  Gelo ew hevalê kû dîxwazin vê Federasyonê îlan bikin çima ji kelîmeya Kurdistanê ditirsin."

Cigirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Adaziyan HAK-PARê Refîk Karakoç jî, ragihandina Federasyonê li Rojavayê Kurdistanê girîng nirxand û balkişand ku ew jî li Tirkiyeyê çareseriyê di wê pergalê de dibînin. Karakoç helwesta Tirkiyeyê ya li beramber Rojavayê Kurdistanê jî rexne kir û bibîrxist ku Tirkiye wê helwesta xelet li beramber Başûrê Kurdistan jî nîşandabû.

Karakoç got jî: "Jiyanê rastiyê anîbû ber derîyê wan, îroj Kurdistana Başûr nas dikin, têkilî danîne, çûyin û hatin heye.Menfeata Turkîyeyê jî li wê dere de heye. Yanî dan û sitandina Irakê hindek mabû bi Başûr re bikeve rêza yekem.Dema wan vê rastiyê dîtin paş de gav avêtin. Ez baş dizanim sibê ji bo Sûrîye yê jî heman tişt dê dîsa bikin."

Vahîd Aba jî li ser navê Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê anî ziman ku ew li gel destkeftinên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê ne û daxwaz kir ku TEV-DEM û ENKS li ser lihev kirin û peymanên li Hewlêr û Duhokê hatibûn îmze kirin ve girêdayî pirsgirêkên xwe çareser bikin da ku destên wan jî di sazumaniya nû de xurt bibe.

Sot: Vahît Aba (Endamê Rêvebiriya Navendî ya PAKê)

Herwiha Aba got: "Ev gavekî pêşdeye, divê meriv piştgirîya wê bike, lê belê naveroka wê tije bibe. Naveroka wê çawa tije dibe ? Ne Bakûrê Sûrîyeyê,  Kurd bila bibejin Kurdistan, Kurdistana Rojava. Û ya dine jî, divê tevahî rêxistinên Kurdan yên Kurdistana Rojava Kurdistana Surîyê tevlihev bibin, bi hevdûre yekîtî çêbikin."

Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê di 17 Adarê de, li Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, sîstema federalîzmê bo Roja û Bakurê Sûriyê ragihand.