Erebên Rojava bo sîstema fedraliyê dicivin

Li gor rîspiyên Ereban pêwîste pêkhateya Ereb hewlesteka xwe ya cidî derbarê şerê li Sûriyê û sîstema fedraliyê de hebe.

K24-Qamişlo

Bi durûşma biratiya axê û bi armanca gotûbêjkirina rewşa pêkhateya Ereb li deverê ,ku ta niha hejmarek welatiyên wan yên ku li navçeyên Cezha, Hol, Bihêra Til Birak û çiyayê Kezwanê nevegeriyane male xwe hakimiya hevbeş a kantona Cezîrê civîneke berfireh ji bo eşîrên Ereban li darxist.

Ji aliyekî din ve, Rêvberiya Xweser hilmetekî bo pênasî û şirovekirina sîstema fedralîma Rojava û Bakurê Sûriyê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi rêve dibe.

Derbarê vê mijarê Endamê Dîwana Encûmena Zagonsaz li Kantona Cizîrê Ekrem Mehşûş ji K24ê wiha got:"Di heftiya bûrî de projeya fedralîzmê hat ragihandin, xelkê di got ev yeke dê Sûriyê perçe bike , ez wek kesekî Ereb û di bawerya min de, her Kurdekî welatparêz qebûl nake ku, Sûriya perçe bibe , ev fedralîyeke civakî ye, em ber bi rêvebirna deverên azadkirî vediçin."
ji aliyekî din ve bihtirî jî 45 Eşîrên Ereb bi armanca avakirina artêşa eşîrên  Rojhilat û şerê fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê li bajarê Rûhayê civînek li darxistin, tevî ku wan rîsipiyên wan eşîran tekez kirin ku, gelek şervanên Kurd li şerê li dijî DAIŞê şehîdbûne.

Derbarê vê mijarê Serokê êla Şemeran Şêx Deham Elhadî wiha ji K24ê re axifî: "Şehîdên Kurdan şehîdên tevahiya Sûriyê ne , di bawerya min de Kurd welat parêzên , gelek qurbanî dane , eger ne ji kurdan ba, me nedikarî vê  cevînê jî li darbixin."
Li gor rîspiyên Ereban pêwîste pêkhateya Ereb hewlesteka xwe ya cidî derbarê şerê li Sûriyê û sîstema fedraliyê de hebe.

Fly Erbil Advertisment