Rêveberiya Xwese: Em rê nadin hilibijartin li Rojava çêbibin

Li gor ajansa SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ve, li Parêzgeha Hesekê 154 navendên hilbijartinên dê were danîn, herwiha 191 navend jî li bajarê Qamişlo.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragehand ku, ew rê nadin hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê li Herêmên Kurdî werin pêkanîn.

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê Nûnerê Rêveberiya Xweser li Moskoyê Rûdî Osman daxuyaniyek bo ajansekî Rûsî belav kir tê de wiha gotibû:"Em rê nadin Hikûmeta Sûriyê ku, li wan deverên sîstema fedralî lê hatiye ragehandin hilbijaritên Parlamentoyê pêkbîne."

Da zanîn ku, divê lihevhatinekî li ser wan hilibijartina di navbera hikûmeta Sûriyê û miletê wê de hebe, ta ku werin encamdan.

Li gor ajansa SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ve, li Parêzgeha Hesekê 154 navendên hilbijartinên dê were danîn, herwiha 191 navend jî li bajarê Qamişlo.

Biryare di 13ê Nîsana bê hilbijaritinên Parlamentoya Sûriyê werin pêkanîn.