Berpirsek ê Emerîkayî: Kurd hejî dewlet û serxwebûnê ye.
Harold Rod, berpirs ê berê yê Karûbarên Turkîyayê li wezaret a Berevanî ya Emerîkayê, li ser serxwebûn a Kurdistanê, di hepeyvînek a taybet bo Kurdistan24 ragehand: Gel ê Kurd hezjî Dewlet û serxwebûnê ye, lê eger bi hev re bi hevgirtî kar bikin, bi leztir digehin wê aramancê. Kurd hejî ewê yekê ne serxwebûn a xwe dîyar bikin.
K24: Hewlêr:

Harold Rod, got: Evê yekê peywendî bi wê ve nîne ku cîhan dê çi bêje, belku peywendî bi wê yekê heye Kurd li ser evê yekê çi dike. Cihê daxê ye Kurd di dîrok a xwe de hevrûşî gelek şerran li gel hevdû bûne, lê eger bi hev re kar bikiriban, delîve yên zêdetir dibûn û bi leztir digehiştin serxwebûnê.
Herweha got: Nêzîkî 40-50 milyon Kurd li cîhanê hene, te rastî divê heya niha nahê zanîn bi temamî Kurd çend milyonin , lê Kurd hejî dewletê ne, hejî wê yekê ne biryader û xwedî yê çarenivîs a xwe bin. Giring nîye welat ên cîhanê pê başe yan na ku Kurdan dewlet hebe. Cihê pûtedanê nîye, giring ew Kurd çi divêt nekû welatan çi divên.
Got jî: Nabe Kurd armanc a xwe ji bîr bike, ez dibêjim bijî Kurdistan û bijî serxwebûn.