Hikumet a Holendayê tîmek a rawêjkarî ya serbazî dişîne Kurdistanê.

Hikumet a Holenda yê aşkera kir ku ew bi tema ye tîmek a taybet a rawêjkar ên serbazî bişîne Herêm a Kurdistanê, bi merem a meşq û rahînanan bi hêz a Pêşmerge bo berengarîbûn a rêkxistî ya Daişê.

K24- Hewlêr:

Hikumet a Holenda yê aşkera kir ku ew bi tema ye tîmek a taybet a rawêjkar ên serbazî bişîne Herêm a Kurdistanê, bi merem a meşq û rahînanan bi hêz a Pêşmerge bo berengarîbûn a rêkxistî ya Daişê.

Hênz Pilasçêrt, wezîr ê Berevanî ya Holendayê, bi perleman a welat ê xwe ragehand ye, di vê heftîyê de, supa yê Holenda yê, 25 rawêjkar ên serbazî dişîne Herêm a Kurdistanê bo zêdetir meşqkirnê bi pêşmergeyan û behevkirin a wan bo opirsyûn a Mûsilê.

Herweha wezîr ê Bervanî ya Holenda yê aşkera kir ku 25 rawêjkar li nêzîk çeper ên Pêşmerge dihên cihgîrkirn û pişikdar nabin di hîç berngarîbûnekê de nakin.

Di destpêk a Subat a ev sal, 100 rawêjkar ên Holendî li hewlêrê ne bo meşiq û rahînan a hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê.