Mebesta DAIŞê ji teqîna Mexmûrê

Êrîşa xwekujî ya li Mexmûrê, mebesta wê ew bû, ku xwe bigihînin nevenda leşkerî ya Amerîkî û Iraqî li Mexmûr, lê Pêşmergeyan rê li pêşiyê girt.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/39cec9ee-421e-440b-ad93-c32c6fd7eea9/taqenawakan.ism/manifest

K24 – Mexmûr

Êrîşa xwekujî ya li Mexmûrê, mebesta wê ew bû, ku xwe bigihînin nevenda leşkerî ya Amerîkî û Iraqî li Mexmûr, lê Pêşmergeyan rê li pêşiyê girt.

DAIŞê bi riyê 5 otombîlên bombebarkirî li navçeya Qerace xwe vedizîn bo êrîşî çeperên Pêşmerge bikin, 4 otombîl li gundê Girdereş ji aliyê Pêşmergeyan ve hate teqandin, otomîla pêncem jî ku du xwekuj tê de bûn, li nêzîkî Qaimeqamiya Mexmûr xwe teqandin.

Pêşmergeyekî ku ligel ewê kesê xwekuj axivîbû ji K24ê re bûyerê aşkere kir, ku ew otombêl ji modêleke nû bû û ala Kurdistanê pê ve bû û çilên Pêşmergeyan li xwe kiribûn.

Herwiha wî Pêşmergeyî diyar kir, armanca wan xwekujan ew bû ku xwe bigihînin navenda leşkerî ya Amerîkî û Iraqî ya li Mexmûrê, lê Pêşmergeyan rê li pêşiyê girtin.

Şeva borî li pêş Qaimeqamiya navçeya Mexmûrê êrîşek xwekujî çê bû, 3 polîs şehîd bûn, li gundê Girdereş jî Pêşmergeyan di rûbirûbûna 4 otombêlên bombekirî de 5 Pêşmerge şehîd dibin û çendek din jî birîndar dibin.