Artêşa Tirkiyê gundên Geverê dide ber topan
Qedexeya derketina kolanan li Gevera Colemêrgê kete roja 20emîn. Heta niha di encama topbebaran û şer û pevçûnan de 10 endamên Yêkineyên Parastina Sivîlan (YPS) û 11 polîs û leşkerên Dewleta Tirkiyê canê xwe ji dest dane.
K24 – Colemêrg

Li Gevera Colemêrgê qedexeya derketina kolanan ya ku di 13ê Adarê de hate ragihandin berfirehtir dibe. Li gorî vê yekê qedexe bo çend gundên Geverê jî hate ragihandin.
Herwiha digel qedexeya derketina kolanan operasyon jî tên berfirehkirin û hêzên Asayîşa Tirk gundan dide ber topbaranê. Li aliyê din şer û pevçûnên di navbera Yêkîneyên Parastina Sivîlan û Artêşa Tirk de bê navber berdewam dike, heta niha bi dehan kesan canê xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku ji sedî 90ê bajêr vala bûye, nêzî 15 hezar sivîlên mane jî, nikarin derkevin û li bajêr asê mane.