PKK bersiv a Emerîkayê dide
Nwêner ê Emerîkayê li Turkîyayê ragehandibû ku pêdivîye Partî ya Karker ên Kurdistan(PKK) hêriş ên xwe bo ser Turkîyayê dûmahîyê pê bihîne û dawaz ji wan kiribû ku çekan denên,, berpirsek ê PKKyê jî bersiv a Emerîkayê dide û dibêje Emerîka bila tenê daxwaz a çekdananê li PKKyê neke, belku bila navgîrîyê bike.
K24- Hewlêr:

Con Bas, balyûz ê Emerîkayê li Turkîyayê, di pişikdarî ya xwe de li sîmînarekê li gel rojnamevan ên Turkîyayê ragehandibû ku dem wê hatî ye PKK vegerin ser mêz danûstandinan.
Con Bas, balyûz ê Emerîkayê li Turkîyayê, got: ( Em carek a din daxwaz ê ji PKKyê dikîn ku dawîyê bi hêrişan bihîne û waz ji çek bihîne û rêyek a yasayî bigre pêşî ya xwe bo danûstandainan, bi awayek a hevwelatî yên evî welatî delîveyek hebe, bi rê yên şaristanî behs a ewan arise yan bike ku bûne eger a xirabbûn a rewşê.
Herweha ewî dîplomatkarî tekez kir li ser piştîvanî ya welat ê wî bo Turkîyaê li şerr ê dij bi tîrorê û got:( Emerîka pabende bi wê yekê ku li gel Turkîyayê berengarî tîrorê bibe ku eve welat hevrûş bûye û dawîyê jî bi şerr û kuştaran bihîne ewa berçêlka turkîyayê girtîye.
Ji alîyekê dî ve, balyûz ê Emerîkayê li Enqere, red kir ku welat ê wî harîkarî ya serbazî ya Yekîne yên Paraztin a Gel(YPG)yê li Suryayê kiribe û aşkera jî kir ku Waşitin dijî her hewlekê ye bo guhertin a dîmografîya ya Suryayê li jêr nav ê şerr ê Daişê.
Zûbêr Aydar, Endam ê Konse ya rêveberatî ya KCKyê bersiva Con Bas da û daxwaz dike Emerîka Rolek a navbijîyê bigêre, heya pirose ya aştîyê carek a din dest pê bike, nekû daxwaz a çekdananê ji PKKyê bike.