Ceyşûl Îslam: Me çek ên Kîmyayî bikar hînaye.

Ceyşûl Îslam Îtafê dike ku bi çek ên kîmyayî hêrişkirne ser Yekîne yên Paraztin a Gel(YPG)yê li tax a Şêx Meqsûd ê Kurdnişîn li bajar ê Helebê.

K24- Hewlêr:

Ceyşûl Îslam Îtafê dike ku bi çek ên kîmyayî hêrişkirne ser Yekîne yên Paraztin a Gel(YPG)yê li tax a Şêx Meqsûd ê Kurdnişîn li bajar ê Helebê.

Di daxuyannameyekê de Ceyşûl Îslam ragehand, di şerr ê Helebê de, çek ên qedexekirî bikar hînane, lê bê ku cor a keriste yên kîmyayî yên bikarhatî aşkera bike.

Fermandar ê YPGyê li Helebê bi ajans a Rîya Novostî ragehandîye ku wan zanîyarî û belgeh ên temam hene li ser bikarhênan a keriste yên kîmyayî ji alî yê Ceyşûl Îslam li dijî kes ên sivîl li tax a Şêx Meqsûd , li Heleb.

Parêzgeh a Heleb kevtî ye bakûr ê Sûryayê.

Ceyşûl Îslam li sal a 2006 li Felestçn hatîye damezrandin û dûv re jî li Lubnanê çalakî encamdane û niha jî li Suryayê şerr dike.