Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê opersyon destpê kir

Di encama operasyonê de car caran di navbera leşkerên Tirk û Gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derketin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Hêzên Leşkerî yê Tirkiyeyê, li hemberî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

Operasyon doh danê nîvro li Quntara Zelê hate destpêkirin. Pêşî bi helîkopterên kobra herêm hate bomberankirin û paşê jî bi helîkopterên Skorsky gelek leşkerên perwerdekirî sewqî herêmê hate kirin.

Di encama operasyonê de car caran di navbera leşkerên Tirk û Gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derketin. Li herêmê operasyon hêj berdewam e.