Li Wanê 5 kes hatin binçav kirin
Lêpirsîna binçavkiriyan li Midûriyeta Rêveberiya Wanê didome
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê 5 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên li dijî Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û sazî û dezgehên nêzikê wê berdewame. Li bajarê Wanê hêzên ewlekariyê avêtin avahiyên Serokatiya DBP ya Şaxa Wanê û Komeleya Xwendewanên Zanîngeha Wanê YODERê.
Di çarçoveya operasyonê de polîsan di avahiyên her du saziyan lêgerîn kirin û dest danîn ser belge û pirtûkên wan. Di encamê de kesekî endamê DBP û 4 xwendevanên Zanîngeha Wanê hatin binçavkirin. Lêpirsîna binçavkiriyan li Midûriyeta Ewlekariyê ya Wanê didome.