Li taxa Şêx Meqsûd 100 kuştî û 650 birîndar hene

Di 5ê Nîsana borî de,grûpên ser bi opozîsyona Sûriyê wekeî Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nûsrayê taxa Kurdan ya bi navê Şêx Meqsûd topbaran dikin û çekên kîmyayî jî bikaranîne.

K24-Navenda nûçeyan

Topbarankirina taxa Şêx Meqsûd berdewam e, di encamde 100 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Derbarê amarên nû yên kuştiya û berdewambûna êrîşan li ser wê taxê ku nişteciyên wê hemû Kurdin, Heyva Sor a Kurdî daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin:Di encama topbarankirina taxa Şêx Meqsûd pêhtir ji 100 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane û 650 yên din birîndar bûne.

Di daxuyaniya xwe de Heyva Sor a Kurdî bang li Neteweyên Yekbûyî kirye ku bi awayeke lez alîkariya wan were kirin.

Di 5ê Nîsana borî de,grûpên ser bi opozîsyona Sûriyê wekeî Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nûsrayê taxa Kurdan ya bi navê Şêx Meqsûd topbaran dikin û çekên kîmyayî jî bikaranîne.