Li Wanê6 leşker birîndar bûn
Li Wanê otombêlekê leşkerî di dema operasyonê de qelibî, 6 leşker birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Wanê otombêlekê leşkerî di dema operasyonê de qelibî, 6 leşker birîndar bûn.
Li navçeya Elbakê nêzîkî bendava Zernekê, di operasyonek leşkerî de otombêlek qelîbî û 6 serbazên ku tê de bûn, birîndar bûn. Leşkerên birîndar bo dermankirinê rakirin Nexwexaneya Leşkerî ya Wanê.
Li aliyê din, îro li taxa Ebdulqadir Paşa ya Nisêbîne, di pevçûnên navbera endamên YPS'ê û hêzên ewlehiya Tirk de polîsek ji serê xwe bi giran birîndar bû.
Hat ragehandin, polîs bi firokeyê bo nexweşxaneya GATA ya Enqerê hat şandin.