Nêçîrvan Barzanî li gel Erdogan û Dawidoglu kom bû

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêm a Kurdistanê, roja 10.04.2016ê, bi serokatî ya şandeyekê, bi serdanek a yek rojî gihişte bajarê Stenbulê bi cuda, li gel Receb Teyîb Erdogan serok komar û Ehmed Dawidoglu serowezîrê Tirkîyayê kom bû.

K24- Hewlêr:

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêm a Kurdistanê, roja 10.04.2016ê, bi serokatî ya şandeyekê, bi serdanek a yek rojî gihişte bajarê Stenbulê bi cuda, li gel Receb Teyîb Erdogan serok komar û Ehmed Dawidoglu serowezîrê Tirkîyayê kom bû.

li civînên di navber a serok wezîr ê Herêm a Kurdistanê û serok komar û serok wezîr ê Tirkîyayê de, pêşhatên dawiyê yên rewş a Herêm a Kurdistan, Îraq û herêmî bi giştî  di warê asayîşî û şerrê dijî terrorist ên Daiş de û amadakariyên operasyon a azadkirin a Mûsilê ji bin dest ê terorîstan hatin gêngeşe kirin.

Peywendî yên di navbera Tirkîyayê û Herêma Kurdistanê di warê abûrî, bazirganî û derbazkirin a wê tengije ya abûrî ya hevrûşî Herêm a Kuridstanê bûye û pêkhateya nû ya hikûmeta Îraqa federal jî di civînan de hatin bahis kirin.
Serok komar û serok wezîr ê Tirkîyayê tekez li ser wê yekê kir ku divê ali yên îraqî pirsgirêkên xwe bi rê ya diyalog û li hev têgihiştinê çareser bikin  û li dor operasyûn a azadkirin a bajar ê Mûsilê jî, bi pêwîst zanî ku li gel hevpeymanî ya nêvdewletî, supayê Îraqê, Pêşmerge û xelk ê bajêrî di operasyûnê de pişikdar bibn.

li civînê behsa wê yekê hat kirin ku, têkeliyên xurt di navbera Turkîyayê û Herêm a Kuridstanê de hene û dikare ew têkelî xurtir û berfirehtir bibin, û Turkîya lêkolînê dike ka ji bona rûbirûbûna tengije ya abûrî çawa hevkariya Herêm a Kurdistanê bike.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku têkelîyên di navbera Turkîyayê û Herêma Kurdistanê giringiya xwe heye û Herêm a Kurdistanê bi berdewamî hew dide wan têkeliyan baştir bike û  li gel hemû dewlet ên cîran têkeliyên baş hebe.

Serok wezîr ê Herêm a Kurdistanê behs a serdan a xwe ya vê dawiyê bo Bexdayê û civîn a wî li gel wezîr ê derve yê Emerîkayê,  serok wezîrê Îraqê, serokomarê Îraqê û  li gel berpirsên din yên Îraqê kir û hêvî xwest ku hemû ali yên Îraqê ji bon a rûbirûbûna tengije ya abûrî û şer ê dijî terorist ên Daişê û binbirkirin a wan, xebatên xwe  yek bikin û diyalog û danûstandin di navber a Hewlêr û Bexdayê de berdewam be.