Selahedîn Demîrtaş ligel şandekê çû Alimanya

Şanda HDPê di 14ê Nîsanê de vegere Tirkiyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ligel şandeka partiya xwe çû Almanyayê. Piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Almanayê re, şanda HDPê dê derbasî Norveçê bibe.

Şanda bi Serokatiya Selahedîn Demîrtaş de îro gihîşt paytexat Almanyayê Berlînê. Di şandê de Berpirsê pêwendiyên derve Hîşyar Ozsoy, Nunerê HDPê yê Ewropayê Eyub Doru û Hevşaredara Diyarbekirê Gultan Kişanak hene.

Şanda HDP'ê, di serdanê de, bi Serokê Parlamentoya Federal ya Almanyayê Norbet Lamert û Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Ştanmayer re werin ba hev. Her wiha bi gelek rayedar û berpirsên siyayî û şêwirmenda wî welatî  Angela Merkel, Krîstof Hosgen re jî dê werin ba hev.

Hat ragehandin, şanda HDPê piştî hevdîtinên Berlînê, dê derbasî paytexta Norveçê Osloyê bibin û li wê derê jî beşdarî hevdîtinên dîplomatîk bibin. Şanda HDPê di 14ê Nîsanê de vegere Tirkiyê.