Xelk ê Helebce daxwaz dikin sûdmend bi ji dahat a petrolê.
Kompanya ya Gazpirom a Rusyayî, mijûl ê data yên vedîtin a petrolê ne li Helebce, xelk û berpirs ên rêveberî ya parêzgeh a Helebce jî daxwaz dikin di aynde de pişkek ji dahat a petrolê bo raje û avdeankirin a Helebceyê bihê destnîşankirin.
K24- Helebce:

Li ser berhemhînan a petrolê û sûdmendbûn a xelkê ji dahat a wê, di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, Eyûb Hesen,abûrînas, ragehand: dikarin girêbestê li gel kompanîyayan bikin daku dest bikin bi avedankirin a Helebceyê, ew dahat a ku ji berhemhînan a petrolê bi dest dikeve û jê re dibêjin petrodollar, pişkek vegere bo parêzgeh a Helebce û hinek piroje pê bihên encamdan ku giringin bo bajarî.
Kawe Elî, cêgir ê parêzgar ê Helebce bi Kurdistan24 ragehand: Berî bîr lêdanan dive dever sûdmend be ji rajeyan, wan soz dane ku ku demek a biryar hat dan bi lêdan a bîran, budceyek a taybet ji pereyê petrolê dê bihê destnîşankirin bo sinûr ê parêzgeh a Helebce.
Hikumet a Herêm a Kurdistanê bo vedîtin a petrolê li sinûr a parêzgeh a Helebceyê girêbestek li gel kompanya ya Gazpirom a Rusyayî kirîye, ev kompanya jî nêzîkî 8 mehan dibe qonax a geryanê bi dûv petrol ê de temam kirîye li bajarî û li meh a heşt a sal a bûrî bo gêngeşekirinê li ser data yên taybet bi petrol a Helebce vegerîyane welat ên xwe.