li Beytûşebapê PKKê êrîşî Serokeşîrê Jîrkiyan kir
Eşîra Jîrkiyan li bakurê Kurdistanê ji zêdetirê 5 hezar kesan pêktên û piraniya wan cerdewan in.
K24-Navenda Nçeyan
Li bakurê Kurdistanê navçeya Beytûşebapê Serokeşîrê Jîrkiyan Tahîr Adiyaman di êrîşeka çekdarî de hate birîndar kirin.
Duh, Serokeşîrê Jîrkiyan Tahîr Adiyaman ligel çend kesên bi wî re dema ji gûndê xwe ber bi navçeya Beytûşebapê ve diçû rêya wan ji aliyê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê ve hatiye birîn.
Tahîr Adiyaman û kesên bi wî re dema hewl dane vegerin û ji wê deverê dûr bikevin otombîlên wan hatin gûllebaran kirin û di navbera wan û gerîlayên PKKyê de pevçûn derketiye. Di encamê de Serokeşîrê Jîrkiyan Tahîr Adiyaman birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye vegûhestin.
Eşîra Jîrkiyan li bakurê Kurdistanê ji zêdetirê 5 hezar kesan pêktên û piraniya wan cerdewan in.