Li Kîlîsê 12 kes birîndar bûn
Pêncşema borî jî, 2 roketên Katyuşa li bajarê Kîlîsê ketibûn, di encam de, 3 kes birîndar bûbûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê 3 roket li bajarê Kîlîsê ket û 12 kes birîndar bûn.
duh, danê êvarê ji aliyê Sûriyê ber bi bakurê Kurdistanê bajarê Kîlîsê taxên Atatûrk û Saraç Mehmet Çavûşê ve 4 roket hatin avêtin.
Di encama avêtina wan rokêtan de, 12 kes birîndar bûn. Birîndar jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê hatin vegûhestin. Hat ragihandin ku, rewşa birîndarekî giran e. Piştî bûyerê Artêşa Tirkiyê jî li cihê ku, roket hatin avêtin da ber topan.
Pêncşema borî jî, 2 roketên Katyuşa li bajarê Kîlîsê ketibûn, di encam de, 3 kes birîndar bûbûn.