Barzanî û Baydin behsê amadekarî yên rizgarkirin a Mûsilê kirin

Duhî êvarî Co Baydin cêgir ê serok ê Emerîkayê bi rê telephone ve peywendî bi Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê kir û behs apûirose ya sîyasî ya Îraqê û rizgarkirin a Mûsilê kirin.

K24- Hewlêr:

Duhî êvarî Co Baydin cêgir ê serok ê Emerîkayê bi rê telephone ve peywendî bi Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê kir û behs apûirose ya sîyasî ya Îraqê û rizgarkirin a Mûsilê kirin.

Li gor malper a fermî ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê: di peywendîyek a telefonî de di navber a serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cêgirê serok ê Emerîkayê, Co Baydin, pêşhat ên sîyaysî yên dawîyê yên Îraqê behs kirin û ra û nerîn xwe li ser çareserkirin a rewş a sîyasî ya Îraqê veguhartin.

Amaje bi wê yekê jî kir: herdû alî li ser pêdivî yên çareserkirin a pirose ya sîyasî hev nerîn û hev ra bûn û tekez jî li ser hevahengî û rawêj a herdû alîyan hat kirn bo piştîvanî akincî sîyasî û çareserkirin a pirose ya sîyasî.

Her li gor malper a serokatî ya Herêm a Kurdistanê di vê peywendî ya telefonî de, ronahî jî xistine ser şerrê Daişê û amadekarî yên opirasûn a Mûsilê û tekez hatîye kirin li ser kar ê hevpişk û hevahengî ya berdewam di navber ahêz ên hevpeymanan, hêz ên Pêşmerge û hêz ên Îraqê li têkşandin a tîroristan û azadkirin  a dever ên jêr dest ên tîrorist ên Daişê.