Şerê li Bakur her ku, diçe berfirehtir dibe
Herwiha rayedarên PKKê jî amaje bi wê yekê kiribûn ku, heger li bakur dawî li operasyonan neyê ewên, di despêka biharê de şer li bajarênTirkiyê jî belav bikin.
K24-Enqerê
Şerûpevçûn û qedexeya derketina kolanan ya bajarên bakurê Kurdistanê ku, piştî dawîbûna prosesa aştiyê dest pê kirin hêj berdewam dikin. Di encama şer û pevçûnan de sivîl jî di nav de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek bajar wêran bûn. Gelo dê ev şer û pevçûn heta kengî berdewam bin.
Piştî gotinên serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ku, gotibû "bila PKK vegere pozîsyona xwe ya 15ê gulana 2013an emê prosesê carek din bidin destpêkirine gera xelaskirina operasyon û şerê ku, li bajarên Bakurê Kurdistanê tên meşandin kete rojevê.Lê belê bi daxuyaniyênSerokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên wek "Tiştekî ku, were gotûbêjkirin li holê nîn e û heta dawî dê operasyonên ji nav birinê berdewam be" ew hêviyên di raya giştî de çêbibûn ji kest.
Sekreterê Giştî yê Sendîqeya Karkarên Şoreşger(DÎSK) Zafer Konca vê helwesta Erdogan wekî sedema destpêka şer û pevçûnan di nirxîne û di bêje heta ew di daxwazên xwe de neçe serî dê şer her berdewam be.Derbarê vê yekê wiha ji K24ê re wiha got:
"Bi rastî ez nizanim ku, dê ev şer û alozî kengî xelas bibin lê belê ez dizanim ku, ew zihniyeta ku piştî hilbijartinan dibêje"yan ezê bibim serok an jî dê kaos û alozî her berdewam bike" heta negihêje armanca xwe ango heta nebe serok dê dawî li vî şerî neyê.
Egera bi dawî bûna şer gelekî kêm e û li aliyê din tê gotin ku, dê ev şerê heyî berfirehtir bibe. Pisporê ku, li ser parastin û ewlehiyaTirkiyê xwedî ezmûn Bilgehan Ozturk dibêje li wan bajar û bajarokên ku, dengên HDPê lê zêde ne dê operasyonên nû û demdirêj bên destpêkirin û ji K24ê re wiha axifî:
"Niha li sê deveran şer û pevçûn hene. Dema em şer û pevçûnan diç arçoveya wan bajar û bajarokan de binirxînin niha li Geverê ji sedî 55 hatiye paqij kirin, Şirnaxê ji sedî 35 û li Nisêbînê ku, dewlet herî zêde zehmetî û wendahiya lê dide jî ji sedî 30 hatiye paqij kirin. Ez bawerim hêj gelek maye ku, ew operasyon dawî bibin."
Şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê di destpêka havîna 2015an de dest pê kir û hêvî hebû ku, piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê bidawî bibe lê belê her ku, diçe şer kurtir û berfirehtir dibe.
Herwiha rayedarên PKKê jî amaje bi wê yekê kiribûn ku, heger li bakur dawî li operasyonan neyê ewên, di despêka biharê de şer li bajarênTirkiyê jî belav bikin.