Wezîr ê berevanî Firansayê gehişte Hewlêrê

Piştî serdan a xwe bo Bexdayê û kombûn a wî li gel berpirs ên Îraqê, wezîr ê berevanî ya Firansayê şev a bûrî gehişte Hewlêrê.

K24- Hewlêr:

Piştî serdan a xwe bo Bexdayê û kombûn a wî li gel berpirs ên Îraqê, wezîr ê berevanî ya Firansayê şev a bûrî gehişte Hewlêrê.

Li ser giringî ya serdan a wezîr ê berevanî ya firansayê bo Hewlêrê, Cebar Yawer Emîndar ê Giştî yê wezaret a Pêşmerge, bi Kurdistan 24 ragehand: Armanc a  evê serdanê wek piştîvanîyek a mezin e bo hêz ên Pêşmerge yên kurdistanê kû rolek mezin û karîger hene li şerr ê dijî Daişê.

Cebar Yawer, got: Ji bilî ku li gel cenabê serok ê Herêmê û serokatî ya hikumetê dê kom bibe, serdan a meşqvan ên tîm a Firansayî li Herêm a Kurdistanê dê bike.

Li ser rizgarkirin a Mûsilê emîndar ê gişî yê wezaret a Pêşmerge, gpt: Bêguman di kombûnan de ev dê bihê behskirin, pirose ya azadkirin a mûsilê, piroseyeke biryar li ser hatîye dan, lê dem nehatîye dîyarkirin û hûrkarî yên piroseyê hêj bi temamî amadekarî bo nehatîye kirin, nemaze jî Dema piroseyê, piştî piroseyê paraztina asayîş a Mûsilê, û piştî piroseyê ûçawanî ya rêvebirin a Mûsilê.

Li ser hijmar a rawêjkar ên Firansayê li Herêm a Kurdistanê, Yawer got: Biryare Firansa rawêjkar ên xwe zêde bike û meşqkar ên xwe zêde bike.

Herweha got: Supasî ya hikumet, perleman, wezareta berevanî û hevwelatî yên Firansayê dikin ku bi berdewamî harîkar ê me bûne her ji destpêk a şerrê Daişê.

Berî serdan a Hewlêrê jî, duhî Jan-êf Lodiryan wezîr ê bervanî ya Firansayê li gel Fûad Mesûm serok komar ê Îraqê kom bû herweha li gel wezîr ê berevanî ya Îraqê Xalid  Ûbeydî dîdarek encamp dabû.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1d086bdf-5c47-4648-9d39-578f003a3889/cebar%20yawer.ism/manifest