Li Rihaye Calakiya Cotkaran hate lidarxistin
Niha jî av û elektrîka wan li ser wan de tê birîn. Herwiha cotkar amaja bi wê yekê dikin ku, heger demek nêz de zeviyên xwe av nedin nikarin deynê xwe bidin banqeyan.
K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsyarên Saziya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta sayacên avê nîn e xwest elektrîka cotkaran qut bike
Li ser vê yekê hemû cotkarên taxê li ber derê avahiyê kombûn û ne hiştin rayedar elektrîka wan qut bike û di navberawan û berpirsiyarê saziya elektrîkê alozî derket. Lê Hêzên Asayîşa bajêr mudaxele kir.
Piştre cotkaran nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kirin ku, berevajî hikûmet wan biparêze, saziya elektrîkê diparêze.derbarê vê mijarê Berpirsê Cotkaran Fevzî Karakeçîlî wiha ji K24ê re got:"Ez nizanim ev di warê olî de gunehkariyeke çiqasî mezine ku, ev nanpêktînin. Ak partî hat nava milet û li ser navê olê gelek sozên rengorengo dan gel.Gava ku, çûn Enqerê bûn wekîl û bûn wezîr, ev miletê me zlum bi şirketa ku, nizanin ji ku, hatiye, çiye,çi dike, mafya ye çi ye,saziyek çawa ye. e bi tenê hişt û em dinava lepêwan de per û perîşan bûn."
Niha li Riha û bajarokên wê dema çandiniyê ye. Cotkar dibêjin dema ku, ceyrana wan bê birîn nikarên bax û baxçeyên xwe av bidin û dema ku, wan rojane de avdaniyê nekin dê hemû berhemên wan hişk bibin.
Derbarê vê yekê Cotkarekî wiha got:"Ceyrana me ev çar pênc rojin tuneyee. Nebatên me hemû hişk bûne. Em ji wezîran, ji hikûmetê tiştekî xweş dixwazin. Hikûmeta li yê şirketa DEDAŞê digre aliyê gel nagre.Dengê tu parlementeran jî der nakeve."
Herwiha Cotkareke din jî wiha ji K24ê re axifî:
"Hemû rayedarên dewletê hatine li vir ceyrana me bibirin ji bo ku dema avdaniya zevîbax û baxça ne em jî nahêlin ceyrana me bibirin."
Cotkarên ku ne hiştin ceyrana wan bêbirîn dibêjin ew bizanabûn kirine qerdarê banqayên dewletê.