Da ku zarok ji dibistanê hezbikin dîwarê wê boyax kirin

Herwiha mamosteyan amaje bi wê yekê kir ku, di serî de dîwarên dibistanên seretayî dê hemû dibistan birengên cuda cuda bên boyax kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4d21a7bd-b541-4111-901c-a2f4fe319a2a/DivarenDibistaneHateBoyaxkirin-Ankara.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li dibistana seratayî  ya binavê Alî Paşa ya li ser bajaroka Girê sipî mamosteyên dibistanê yên beşa rêberî û rehabî li tasyonê ji bo ku, xwendekarên wan

Zêdetir dibistanê hezbikin bi xebateke bi ser navê"Xwendekar ji dibistana xwehez dikin" dî warê baxçeyê dibistanê bihevkariya xwendekarên xwe boyax kirin.

Dîwarê dibistana Alî Paşa bi kevirên reş hatiye çêkirin. Mamosteyên dibistanê yên beşa rehabilit asyonê li ser wan keviran lêkolînek kirin. Li gorî lêkolîna mamosteyan kevirên yek reng û reş bandorek nebaş li ser derûniya xwendekaran dihêle û naxwazin biçin dibstanê. Ji ber vê yekê mamosteyan dest bi çalakiyek bi wî rengî kirin ku, rengên dîwarê dibistanê bigûherînin.

Derbarê vê çalakiyê Mamosteya beşa Rehabîlî tasyonê Çîgdem Gelenler wiha ji K24ê re got:"Piştî lêkolîna xwe, me birêveberiya dibistanê re civînek li dar xist û me biryar da ku, em dîwarê dibistanê rengorengo boyax bikin.

Dema ku, dîwarên dibistanê birengê cûr bicûr bê boyax kirin, dê xwendekarên me him xweştir beşdarî çalakiyên civakî bibin û himjî dê di jiyana xwe ya perwerdehiyê de serkeftî dibin."

Kevirên reş ji bo devera Girêsor xwedî cihekî girîng in. Ji ber vê yekê rêveberiya dibistanê û mamosteyan ne xwestiye ku, dîwarê dibistanê hilweşînin. Ji lewre mamoste û xwendekarên dibistanê jî bidilxwazî beşdarî çalakiya boyaxkirina dîwarê dibistanê bûne.

Derbarê vê mijarê Mamoste Îlyas Benek ji K24ê re wiha axifî:"Dema ku, me zanî dîwarên dibistana me tên boyaxkirin me jî firçeyê xwe da deste xwe û em bi dilxwazî beşdarî vê çalakiyê bûn û me  dîwarê dibistana xwe boyaxkirin."

Xwendekarên ku, beşdarî boyaxkirina dîwarê dibistana xwe bûn kêfxweşiya wan xwe dida der. Herwiha mamosteyan amaje bi wê yekê kir ku, di serî de dîwarên dibistanên seretayî dê hemû dibistan birengên cuda cuda bên boyax kirin.