Li Stanbolê di cejna karkeran de kesekî canê xwe jidest da

Li Tirkiyê bajarê Stenbolê di pîrozkirina cejna karkeran de bûyer derketin. Kesekî canê xwe ji dest da û ji 50 kesan zêdetir xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Stenbolê di pîrozkirina cejna karkeran de bûyer derketin. Kesekî canê xwe ji dest da û ji 50 kesan zêdetir xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê li Stanbolê ragihand ku, li Şîşliyê, Beşîktaşê, Tarlabaşî û Cadeya Îstîklalê, komên ku xwestin derkevin Meydana Taksîmê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, ku tenê li Stanbolê 15 hezar polîs hatine belavkirin, hemû rêyên Meydana Taksîmê jî hatine girtin.

Di navbera komên ku xwestin pîrozbahiyê bikin û polîsan de pevçûn derketin. Polîsan bi fîşekên gazê û tomayan êriş li xwepêşandêran kir. Di encamê de kesekî di bin otombêla TOMAyê de ma û canê xwe ji dest da û ji 200 kesan zêdetir xwepêşander jî hatin binçavkirin.

Sendîkayên fermî pîrozbahiyên xwe li Meydana Bakirkoyê kirin. Li wê derê jî polîsan, di xalen kontrolê de êriş li komên HDP û KESK'ê kirin û gelek kes hatin binçavkirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment