Asayişa Rojava: Hizbulaha Libnanî di şerê Qamişlo de hebû
Serkirdeyên Asayîşa Rojava beşdariya çekdarên Îranî û Hizbulaha Libnanî piştrast dikin û didin zanîn ku artêşa Beravaniya Niştîmanî li ser destên wan perwerde bûne.

K24 – Qamişlo
Serkirdeyên Asayîşa Rojava beşdariya çekdarên Îranî û Hizbulaha Libnanî piştrast dikin û didin zanîn ku artêşa Beravaniya Niştîmanî li ser destên wan perwerde bûne.
Beşdariya hêzên herêmî di şerê li Sûriyê de, bi taybet hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî roj bi roj zêde dibe, ku ev hêz li gorî serkirdên Asayîşa Rojava di şerê Qamişlo de yê 19ê meha Nîsana borî dest pê kiribû bi hêzên rêjîma Sûriyê re şer dikirin. Herwiha serkirdeyên asayîşê tekez dikin, ku artêşa Berevaniya Niştîmanî ya bi ser rêjîma Sûriyê ve, li ser destê serdarên Îranî hatine perwerdekirin.
Endama Fermandariya Asayîşa Rojava Aytan Ferat di vê derbarê de ji K24ê re got:“ Ev êrîşên ku têne kirin, destên Hizbulaha Libnanî tê de hene. Hêza Berevaniya Niştimanî li ser destên wan hatine perwedekirin. Hevrêzî jî di navbera Rêjîm, Hizbulaha Libnanî û hêza Berevanî di jî heye.”
Ji aliyekî din ve, hin siyasetmedarên Sûrî didin zanîn, ku ti beşdarî ji aliyê Hizbulaha Libnanî û leşkerên Îranî di şerê Qamişlo de nehatiye kirin, lê belê ev hêz destêwerdana lihevhatinê birêve birin û ev yek tê wê watê ku van hêzan beşdarî di şer de nekirine, ji ber nabe yek ji aliyên şer bi proseya lihevhatinê rabe.
Alîgirên rêjîma Sûriyê piştgiriya Îranê û Hizbulaha Libnanî bo atrêşa Sûriyê helwesteke erênî bo şerê li jî terorê dibînin.