Îran rol a Herêm a Kurdistanê li ceng ê dijî tîroristan bilind nirxand

Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a asayîş a Herêm a Kurdistanê, pêşwazî kir li Hesen Danayî Ferr, balyûz ê Komar a Îsalamî ya Îranê û Murteza Ebadî, kunsilê giştî yê Îranê li Hewlêrê û şand a pê re.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a asayîş a Herêm a Kurdistanê, pêşwazî kir li Hesen Danayî Ferr, balyûz ê Komar a Îsalamî ya Îranê û Murteza Ebadî, kunsilê giştî yê Îranê li Hewlêrê û şand a pê re.

Di kombûnê de danûstandin hatin kirin li ser kawdan ên Îraqê û deverê û bi taybetî behs a ceng ê dijî tîrorist ên Daişê û guhertin ên sîyasî yên hindûrî yên Îraqê hat kirin.  Her di wê kombûnê de, balyûz ê Îranê, dawîn serkevtin ên Pêşmerge û rol a Herêm a Kurdistanê li ceng ê dijî tîrorê bilind nirxand  û ûmêd xwazt ku harîkarî ya deverî û nêvdewletî bi zûtirîn dem dawîyê bi gef ên tîrorisan bihîne li Îraq û Suryayê.

 Li ser pêşveçûn ên sîyasî yên hindûrî yên Îraqê, rawêjkar ê civat a asayîş a Herêmê di kombûnê de bi şand a mihvan re gotîye: Divê kevwarane reftar ê li gel kawdan ên hindûrî yên Îraqê bihê kirin û li çareserkirn a arêşeyan, hokar û eger ên dîrokî bixin berçavan. Mesrûr Barzanî, gotîye jî: Nabe tekez li ser wan rêkaran bihê kirin ku her ev encam a niha jê durist dibe.