Asayişa Rojava 84 girtiyên “Terorê” serbest berdan

Di çarçoveya lêborîneke giştî de, Îro li bajarê Qamişlo Dadgeha Gel ya girêdayî Xweseriya Demokratîk, 84 kes ji pêkhateya Ereb ku bi tawana terorê hatibûn girtin, serbest berdan. Ji aliyê xwe ve, partiyên siyasî jî dibêjin, ku ev lêborîn girtiyên siyasî li xwe negirtiye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dbe39462-6b40-431b-9b1d-52b89718eb5c/leburin%20%E2%80%93%20qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Di çarçoveya lêborîneke giştî de, Îro li bajarê Qamişlo Dadgeha Gel ya girêdayî Xweseriya Demokratîk, 84 kes ji pêkhateya Ereb ku bi tawana terorê hatibûn girtin, serbest berdan. Ji aliyê xwe ve, partiyên siyasî jî dibêjin, ku ev lêborîn girtiyên siyasî li xwe negirtiye.

Dadgeha Gel ya girêday Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo 84 kes ji pêkhateya Ereb ji Girtîgeha Navendî ya bajarê Dêrikê serbest berdan. Kesên serbestkirî bi tawana piştevanî û alîkariya DAIŞê di warê hewalgirî de hatebûn girtin. 
Li gor berpirsên Dadgeha Gel, proseya serbestberdana kesên tawanbar, di çarçoveya bi hêzkirina bingehên jiyana hevbeş û biratiya gelan li deverê tê. Herwiha di demeke nêzîk de jî komeke din ji girtiyan dê bêne berdan.

Serokê Dadgeha Gel Qazî Aware di vê derbarê ji K24ê re axivî û got: “Hemû kesên ku îro serbest hatin berdan, girtiyên DAIŞê bûn. Wan hevkariya DAIŞê di warê hewlgirî û madî de kiribû. Herwiha di riya internêtê re jî peywndî digel DAIŞê de kiribûn û Dîmenên hin navendên ewlehiyê li Rojava kişandibûn, lê destê wan di rijandina xwîna xelkê ne bûn.”

Endamên dezgehên ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê amaje dikin, ku piraniya kesên bi tawana girêdana peywendî û têkîliyan digel DAIŞê de hatine girtin, ji ber ku xelkên deverê ji pêkhateya Ereb li wan mIkur hatine.

Girtiyekî serbestkirî bi navê Xelef ji K24ê re got: “Çekdarên DAIŞê nasnameya min birin û ji bo ez nasnameya xwe vegerînîm, min xuleyek li cem wan kir, dema ez vegeriyam Qamişlo asyişê bawernameya xulê bi min re dît û wan ez girtim.”

Li ser daxwaza Hevserokatiya Encûmena Damezrêner a Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê, di hefteya borî de Emcûmena Zagonsaz li Kantona Cezîrê fermana lêbûrîna giştî ya hejmara 11 ya sala 2016an pesend kir, ku fermana navborî hemû tawanên ku berî 4ê Nîsanê hatine kirin li xwe digre. 

Di vî warî de, çareke din mijara hebûna hin girtiyên siyasî di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, mîna Behzad Dorsin û Emîr Hamid derdekeve holê.

Serkirdên kantonên rojava rijd in li ser wê yekê, ku di bin sîwana xweseriya demokrat de, ti kes ji ber sedemên siyasî naye girtin. Serokê Dîwana Encûmena Zagonsaz Hekem Xelo ji K24ê re derbarê girtiyên siyasî dibêje: “Ez bawer nakim girtiyên siyasî hebin yan kesek bi sedema baweriyên xwe bê girtin, lê dibe ku hin siyasetvanan sûç kiribin. Ti sûcên siyasî li cem me tune ne, lê dema ku kesê siyasî girtî be û sûcek kiribe dê di çarçoveya lêbûrîna giştî de bê berdan.”

Li gor hin serok êlên Ereban, nêzî 500 kesî bi tawana endamtiya DAIŞê di zîndanên Rêveberiya Xweser de girtî ne, ku hejmarek kesên bêsûc di nava wan de hene.

Ji aliyekî din ve, sekirdeyên Partiya Demokratiya kurdistanê – Sûriya (PDK-S) amaje dikin, ku ji ber nakokiyên siyasî nêzî 20 endamên wê di zîndanên Asayişa Rojava de hîn girtî ne.