Almanya Xelata Aştiyê dide akademîsyenan
Almanya Xelata Aştiyê dide akademîsyenên ku danezana dijî operasyonên hikûmeta Tirkiyê ya binavê "Em Nabin Hevparê vê Tawanê" îmze kiribûn.

K24 – Navenda Nûçeyan
Almanya Xelata Aştiyê dide akademîsyenên ku danezana dijî operasyonên hikûmeta Tirkiyê ya binavê "Em Nabin Hevparê vê Tawanê" îmze kiribûn.
Xelata Aştî ya Aachen (Oxin) ya îsal, diyariya akademîsyenên Tirkiyê hat kirin, ku xwe wek "Akademîsyen bo Aştiyê" binav kirine.
Komîteya Xelata Aştiyê da xuyakirin, bi dayîna vê xelatê, ew dixwazin pêşiya şerê li Tirkiyê bigirin û herwiha palpişta têkoşîna dijî parçekirina civaka Tirkiyê bikin.
Hezar û 128 Akademîsyenên Tirkiyê û cîhanê îsal, bang li hikûmeta Tirkiyê kiribûn, ku operasyonan hemberî Kurdên Bakurê Kurdistanê rawestîne. Gelek akademîsyen ji ber vê danezanê ji kar hatibûn dûrxistin û 4 akademîsyen jî hatibûn girtin.
Xelata aştiyê sembolîk e, 1'ê Îlonê roja aştiya cîhanê bi merasîmek tê dayîn.
Ji sala 1988'ê ve, li Almanyayê, bi armanca pêşxistina aştiya nava gelan, Xelata Aştî ya Aachen bo kes û saziyan tê dayîn.