Erdogan:Teqîna Amedê ji aliyê PKKê ve hatibû kirin

Berî niha Hêzên Parastina Gel(HPG) diyar kiribû ku, berpirsê teqînê ne ew in gundiyên ko rê li ber wan girtine. Bombe di encama reşandina gundiyan de teqiyaye.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje teqîna Diyarbekirê ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin.

Erdogan îro di civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî de derbarê teqîna Diyarbekirê ko 16 kes canê xwe ji dest dabûn axifî û diyar kir ko bombe ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatiye teqandin.

Erdogan got gerîlayên PKKyê hewl dane ji rêyên gundan barhilgirek bombebarkirî têxin nav bajêr û biteqînin. Lêbelê gundî rê li ber endamên PKKyê girtine û navbera wan de pevçûn derketiye. Di encamê de endamên PKKyê barhilgira bombebarkirî diteqînin û di encamê de 16 welatî canê xwe ji dest didin.

Berî niha Hêzên Parastina Gel(HPG) diyar kiribû ku, berpirsê teqînê ne ew in gundiyên ko rê li ber wan girtine. Bombe di encama reşandina gundiyan de teqiyaye.

Fly Erbil Advertisment