Rojan e 125 zarokên Sûrî li Tirkiyê ji dayîk dibin

Li gor amarên UNICEFê li Tirkiyê 1.490.003 zarokên sûrî hene ku, ev hejmarji %54ê tevahiya penaberên li Tirkiyê ne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bfe74f04-70fd-4cf0-b4e6-fe5d2fd33dec/ZarokenSuriyeyi.ism/manifest

K24-Enqerê

Li gor lêkolînên fermî li Tirkiyê rojane 125 zarokên Sûrî ji dayîk dibin. Aktivîstên mafên mirovan bale dikşînin li ser vêgelheya ku, her diçe zêde dibe û dibêjin; "Divê dewle bi politikayên civakî vê yekê bide runiştandin ku, ew jî êdî bi me re ne, da kurê li bersûcên nefrete weregirtin.

Penaberên Suriyêdi sala 2011an de di gel dest pêka şerê Sûriyê dev ji cih û warên xwe berdan û berê dan dewletên cîran. Piştî 5 salan hejmara penaberên liTirkiyê li gor çavkaniyên fermî gihişt nêzî 3 mîlyonan.

Lêkolînên ku, li ser hejmara penaberan tên kirin nîşan da ku, her roj 125 zarokên Sûriyê ji dayîk dibin. Ev hejmara ku, rasterast bandorekê li ser gelheyaTirkiyê dike, dibe sedema kêşeyên civakî.

Derbarê vê mijarê Aktîvîsta Mafê Mirovan Esin Koman wiha ji K24ê re got:"Li gel hewl û ser lêdanên me em bi tu awayî nikarin bikevin dinava kampan û rewşa penaberên li wir bibînin. Cureyekê ew bişanstir tên binav kirin lê belê rewşa wan jî ne zelal e, bûyerên ku em hay jê hene nîşan didin ku, gelek caran penaber rastî êrîşên nîjadperesttên. Hejmara zarokan zêde dibe û ev yek jî dinava civakê de dibe sedema hêrseke mezin"

Zarokên ku têne temenê dibistanê di wergirtina perwerdehiyê de zehmetiyan dikşînin. Her çend dibistanên ku, bizimanê zikmakî perwerdeyê didin zarokan bi hevkariya wezareta perwerdehiyê hatibin vekirin jî hejmara wan têrê nake û li her deverê jî nîn e.

Derbarê vê babetê Aktivista Mafê Mirovan Melda Akbaş wiha axifî:"derfetên wan di bistanan gelekî kêm in. Zarok nikarin didibistanên bi tirkî perwerdê didin de jî bixwînin ji wan dibistana sûdê wernagirin. Jiyana nifşekî têk diçe. Hat destnîşan kirin ku, li Tirkiyê mamosteyên ku, dikarinTirki hîn bikin nîn in. ji ber kêmasiyên pergalê pirsgirêk her ku, diçe zêde dibe"

Li gor amarên UNICEFê li Tirkiyê 1.490.003 zarokên sûrî hene ku, ev hejmarji %54ê tevahiya penaberên li Tirkiyê ne. Di nava wan zarokan de 325 hezar bi awayekî fermî diçin dibistanan û her sal nêzî 50 hezar zarokên sûrî jî ji dayîK dibin.