Di rojeva Tirkiyê de tevgera "Gezi"yê
Daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan yên derbarê "Gezî"yê de, di çapemeniya cîhanê de dengveda.
K24-Enqerê
Ew tevgera "Gezi"yê ya li Tirkiyê ku tevgera herî mezin ya gel tê dîtin carek kete rojeva Tirkiyê û Parlementoya Tirkiyê. Bi boçûna siyasetmedaran destpêkirina nîqaşên derbarê "Gezî"yê de piştevaniya bo berdewamkirina prosesa şer û di heman demê de piştevaniyta ji bo Pergala Serokatiyê ye.
Daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan yên derbarê "Gezî"yê de, di çapemeniya cîhanê de dengveda. Di parlementoya Tirkiyê de jî daxuyaniya Erdogan li rastî nerazîbûnan hat. Sîyasetmedaran îdea kir ku piştî sê salan daxuyaniya Erdogan ya ji bo avakirina "Parqa Gezî"yê, tê wateya li Tirkiyê carek din destpêkirina şerekî nû û avakirina pergala Serokatiyê. Li gorî Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel sedema bişûndexistina wê yaseya derbarê pergala serokatiyê û serokkomarekî partiyî ku dê di meha hezîranê de biketa rojeva Tirkiyê, ji ber encama ankêta ku kêmbûna piştevaniya gel nîşan dide hate destnîşakirin. Ozel got ku, bi vê mabestê Serokkamar Erdogan şerekî nû dixwaze.
Derbarê vê mijarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgûr Ozel wiha got:"Bila welatî vê helwesta bo pergala serokatiyê ku rageşiyan dide berçavan wek sucekî bibînin. Ji îro bi şûn de wê berpirsyarê wan tiştên ku dê bêne jiyîn Serokkamar Recep Tayîp Erdogan be."
Parlamenterên partiyên opozîsyon dan zanîn ku, xuya bûye ku, di daxwaza pergala serokatiyê ya gel de ji sedî 4.5 kêmbûnek pêk hatiye. HDPê got ku, bila herkes bala xwe bide wan gotinên Serokkamar Erdogan û xwestin ku navbera Cizîr û Geziyê de pirek bê danîn û têkilî bin avakirin.
Derbarê vê yekê Cîgira Serokê Koma HDPê Çaglar Demîrel wiha axifî:"Dubarekirina gotinên derbarê berxwedana Geziyê de tê wê wateyê ku carek din tê xwestin ku bingeha kaosê bê avakirin. Tiştên ku li Cizîrê hatine kirin, îro jî li Geziyê dixwazin ku karîger bikin."
Partiyên muxalefetê di daxuyaniyên xwe de pirsa wê yekê kirin ku, ji bo serokatêyê kuştina çend zarokên 14 salî yên wekî Berkîn Elvan pêwîst dike. Herwiha parlementeran ragihand ku, wan giliyê Serokkamar Erdogan ji gel re kiriye.